Hikumeta Herêma Kurdistanê bersiva raportek rêxistina (Human Rights Watch) dide

Hikumeta Herêma Kurdistanê bersiva raportek rêxistina Human Rights Watch dide, ku dibêje gihandina alîkariyan ji bo Rojavayê Kurdistanê asteng dike, û ragihand, bi dehan ton derman û alîkariyên bizîşkî şandiye Rojavayê Kurdistanê.

K24- Hewlêr

Rêkxerê Raspardeyên Navdewletî Dîndar Zêbarî di daxuyaniyekê de ji Kurdistan24 re ragihand, ti rêgiriyek ji bo gihandina alîkariyan ji bo Rojavayê Kurdistanê nekirin e û biryara girtina dergeh, meha borî ji alî Rojavayê Kurdistanê ve bû ye. Kelûpelên bizîşkî şandine Rojavayê Kurdistanê û Rêveberiya Xweser, ji bo vê yekê spasiya Herêma Kurdistanê kiriye.