Li Hewlêrê 5 kesên din bi vîrusa Korona ketin

Di berdewamiya pişknîn û lêgerîna li gûmanlêkiriyan de, îro 5 haletên tûşbûna bi vîrusa Koronaya Nû COVID-19 li parêzgeha Hewlêrê hatin destnîşankirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di berdewamiya pişknîn û lêgerîna li gûmanlêkiriyan de, îro 5 haletên tûşbûna bi vîrusa Koronaya Nû COVID-19 li parêzgeha Hewlêrê hatin destnîşankirin.

Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de belav kir, peyayekî 49 salî, jineke 23 salî û keçeke 14 salî li qezaya Soranê bi vîrusa Korona ketine.

Diyar kir jî, peyayekî 67 salî li nahiya Simêlan û ciwanekî18 salî li nahiya Kesnezan jî bi vîrusa Korona ketine.

Bi vî awayî, hejmare kesên bi vîrusa Korona ketine li Herêma Kurdistanê gihîşt 372 kesan, jê 5 kesan canê xwe jidest dane û 325 kes jî baş bûne.

 

S. B