Şanda Hikûmeta Kurdistanê û ligel cîgirê serokwezîrê Îraqê, wezîrê Darayî û Mistefa Kazimî civiya

Evro şand a Hikûmeta herêma Kurdistanê ligel cîgirê serokwezîrê Îraqê û wezîrê Darayî, û raspartiyê pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê Mistefa Kazimî civiya.

K24- Hewlêr

Evro şand a Hikûmeta herêma Kurdistanê ligel cîgirê serokwezîrê Îraqê û wezîrê Darayî, û raspartiyê pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê Mistefa Kazimî civiya.

Liser raspardeya Serokê Hikumeta herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo gotûbêjkirina çend mijarên girêdayî, mûçe, budce û wize, şand a Hikumeta herêma Kurdistanê ev du roj in li bexda ye û Îro digel şandek Cîgirê Serokwezîrê Îraqê û Wezîrê Darayî Fûad Hisên hereweha raspartiyê pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê Mistefa Kazimî civiya . Di civînê de, gotûbêj derbarê çawaniya çareserkirina kêşeyan di navbera herêma Kurdistanê û Bexdaye de, bi taybet pirsgirêka petrolê û bûdce hate kirin. hevdem Îro jî şanda Hikûemta Herêma Kurdistanê ligel Serokê Hevpeymaniya Fetih Hadî Amirî civiya.