Nêçîrvan Barzanî: Seîd Gabarî dengekî bi soz û resen ê Kurd e

Serokê Herêma Kurdistanê bi boneya koça dawiyê ya hunermend Seîd Gabarî peyameke sersaxiyê belav kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Herêma Kurdistanê bi boneya koça dawiyê ya hunermend Seîd Gabarî peyameke sersaxiyê belav kir û ragihand, hunermend Seîd Gabarî dengekî bi soz û resen ê Kurd e û bi salên dûr û dirêj xezmeta stran û mûzîka Kurdî kiriye û di serdema şoreşê de çendîn sirûd û stranên bi coş ji bo xebat û Pêşmerge gotine.

Hunermendê Kurd ê navdar Seîd Gabarî ji ber nexweşiyê, îro li nexweşxaneyeke Hewlêrê koça dawiyê kiribû.

Deqa peyama Serokê Herêma Kurdstanê:

Bi mixabin ve, nûçeya koça dawiyê ya hunermendê navdar ê Kurdistanê xwedê jêrazî Seîd Gabarî bihîst. Bi vê boneya xemgîn, sersaxî û serxweşiyê li malbat, kesûkar, dost û hevalên wî dikin û hevsoz û hevxemê wan im. Xwedêyê mezin giyana wî bi bihuştê şad bike û sebr û aramiyê bide her aliyekî.

Hunermend Seîd Gabarî dengekî bi soz û resen ê Kurd e û bi salên dûr û dirêj xezmeta stran û mûzîka Kurdî kiriye û di serdema şoreşê de çendîn sirûd û stranên bi coş ji bo xebat û Pêşmerge gotine. Arşîvekî dewlemend ê mûzîk û stranan li pişt xwe hîşt û bi kar û berhemên xwe, bîranîna wî wek hunermendekî mezin zindî dimîne.

 

S. B