Serok Barzanî: Seîd Gabarî jiyana xwe ji bo doza rewa ya gelê xwe terxan kir

Serok Barzanî bi boneya koça dawiyê ya hunermend Seîd Gabarî, sersaxiyê li malbata hunermend wî kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serok Barzanî bi boneya koça dawiyê ya hunermend Seîd Gabarî, sersaxiyê li malbata hunermend wî dike û radigihîne, Hunermend Seîd Gabarî hemû jiyana xwe ji bo xizmeta hunera resen a Kurdî û doza rewa ya gelê xwe terxan kir û ji destdana wî ziyan û xesaretekî mezin e.

Di peyama sersaxiyê ya Serok Barzanî de hatiye:

Bi xem û kovaneke zêde nûçeya koça dawî ya hunermendê şoreşger û navdar ê gelê me, Seîd Gabarî gihîşt me.

Hunermend Seîd Gabarî hemû jiyana xwe ji bo xizmeta hunera resen a Kurdî û doza rewa ya gelê xwe terxan kir û ji destdana wî ziyan û xesaretekî mezin e. Serxweşiyê li malbata we ya têkoşer û tevahiya xizm û nasên we û hunermendên Kurdistanê dikin û xwe bi hevbeşê xema we dizanin.

Ji xwedayê mezin hêvîdar in giyanê hunermendê koçkirî bixe ber dilovaniya xwe û hedar û aramiyê jî bi her aliyek bibexşe.

 

S. B