Wezîrê xwendina bilind: Eger rewşa tendirustî weha baş be, piştî 16ê vê mehê xwendin dê dest pê dike
Wezîrê xwendina bilind yê herêma Kurdistanê radighîne , eger rewşa tendirustî bi vî awayî baş be , piştî 16ê vê mehê xwendina li nav zanîngehên Kurdistanê dest pê dike.
K24- Hewlêr
Wezîrê xwendina bilind yê herêma Kurdistanê radighîne , eger rewşa tendirustî bi vî awayî baş be , piştî 16ê vê mehê xwendina li nav zanîngehên Kurdistanê dest pê dike.
Aram Mihmed Qadir wezîrê xwendina bikin û vekolînên zanistî li Facebok a xwe amaje bi wê yekl kiriye ku bi baş bûna rewşa tendirustî a Herêma Kurdistanê û ligorî raporta wezareta tendirustî a hikûmeta herêma Kurdistanê ku arasteyî wezareta wan hatiye kirin , di pilana wan de ye 16ê vê mehê û piştre xwendina asayî a nav zanîngehên Kurdistanê dest pê bikin , eger ti pirsgirêkek tendirustî dernekeve dê qonax bi qonax bikaribin jiyana zanîngehan asayî bikin.
Wezîrê xwendina bilind amaje kir jî , ku bo vê mebestê encûmena wezareta wan di nêzîktirîn derfet de dicivin û biryara yekalîker didin.