Li Hewlêrê 5 tûşbûyên Koronayê çêvebûn
Dilovan Mehemed, rêveberê giştî yê Tenduristîya Hewlêrê ragehand, 5 nexoşên tûşbûyî bi Vayrosa Koronayê piştî wergirtina çareserîya pizîşkî çêvebûn û rewşa tenduristîya wan cêgîr bûye.
K24- Hewlêr
Dilovan Mehemed, rêveberê giştî yê Tenduristîya Hewlêrê ragehand, 5 nexoşên tûşbûyî bi Vayrosa Koronayê piştî wergirtina çareserîya pizîşkî çêvebûn û rewşa tenduristîya wan cêgîr bûye.
Got jî: Pişkinîna taybet a li pey hev bo wan tûşbûyan hate kirin û tevya wan nerênî derketin, lew biryar hate dan vegerin malên xwe.
Xuya jî kir, hejmara tevaya kesên ji nexweşîya Koronayê li Hewlêrê çêvebûne 178 kes in.