Behayê petrolê bilez bilind dibe û Tiramp jî mizgînêyê dide

Piştî kêmkirina rêkarên rûbirûbûna Koronayê li cîhanê û vekirina bazaran, xwazt li ser petrolê zêde bûye. Bi vê sedemê jî, behayê petrolê berdewam di bilindbûnê de ye. Serokê Emerîkayê jî pêşbînî dike li gel vegerana lîvîna bazarî behayê petrolê bi rêjeyeka berçav bilind bibe.

K24- Hewlêr

Li gor ajansa Royterz, êvarîya evro, behayê yek bermîl petrola Birênt bi rêjeya 11.6% bilind bû. Bi vê yekê jî her bermîlek gehişte 30.36 dolaran. Di demekê de behayê petrola Têksas bi rêjeya 18.7 bilind bû û behayê her beermîlekê gehişte 24.22 Dolaran.

Ji alîyek dî ve, serokê Emerîka, Donald Tiramp di tiwîtekê de tekez kir, behayê petrolê gelek bi rêkî bilind dibe û sedema wê yekê jî bo sivikkirina rêkarên dijî Koronayê vegerand ku hêdî hêdî livîna Bazirganî vedigere.

 Tekez jî kir, li gel vegerîyan lîvînaa bazirganîyê behayê petrolê jî bilind dibe.