Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryarên girîng derkirin

Roja Sêşemê 5. 5. 2020an Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê bi serperiştiya Serokê Encûmena Wezîran Mesrûr Barzanî û bi amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî civiya.

K24 – Navenda Nûçeyan

Roja Sêşemê 5. 5. 2020an Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi serperiştiya Serokê Encûmena Wezîran û bi amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî civiya.

Di civînê de, guftûgo derbarê rewşa darayî ya niha ya Herêma Kurdistanê û rênimayên bicihkirina yasaya çaksaziyê hate kirin, ku beşek ji karnemaya kabîneya nehem a hikûmeta Herêma Kurdistanê ye.

Di tewereke din a civînê de, Cîgirê Serokê Encûmena Wezîran derencamê civînên şanda hikşmeta Herêmê li Bexdayê bi serokatiya Cîgirê Serokwezîr pêşkêş kirin, bi taybet babeta destkeftên darayî û dosya petrolê û gazê. Encûmena Wezîran ji bilî destxweşiya li şandê û bilindnirxandina hewlên wan, pêşniyarên şandê pesend kirin, bo berdewamiya civînan ji bo çareserkirina pirsgirêkan, dabînkirina maf, mûçe û destkeftên darayî yên Herêma Kurdistanê.

Derbarê proseya çaksaziyê, Encûmena Wezîran tekezî kir li ser bicihkirina tevahiya birgên yasaya çaksaziyê li gor plana ji aliyê Komîta Bilind a Çaksaziyê pesend kir û wezaretên pêwendîdar jî raspardin bi wergirtina rêkarên pêwîst, bi arasteya gerentîkirina mafên mûçexwaran.

Encûmena Wezîran ev biryar derkirin:

Kêmkirina xerciyan:

Piştî guftûg û raguhartinê de, derbarê kêmkirina xerciyan de, Encûmena Wezîran ev biryarên li jêr dan:

  1. Kêmkirina mûçe û dermaleyên xwedî wezîfeyên bilind û pileyên taybet li Serokatiya Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê û serokatî û endamên Perlemanê û Encûmena Dadwerî û encûmenên parêzgehan di warên xizmeta şaristanî û serbazî û hêzên asayişa navxwe û asayişa giştî û encûmena asayişê û ewên bi plana xaneşîn bûne yan xaneşîn dibin.
  2. Xerckirina tenê mûçeya bineretî ji bo ew pileyên taybet ên ku di Rêveberiya Giştî de ber bi ser in û serokên yekîneyên kargîrî ji parêzgar û qeymeqam û rêvebirên nahiyayan ku mehom in û pêwîst e li ser Wezareta Darayî û Aborî di heyama 30 rojî de di çarçoveya yasaya çaksazî de çarenivîsa wezîfeya wan were yekalîkirin.
  3. Pêwîst e Wezareta Darayî û Aborî mûçeyê tenê ji wan kesan re xerc bike, ku tomar in li databeysî tomara bayometrî û bi kirdarî di xizmeta wezîfeyê de ne, herwiha birîna mûçeya wan kesan ku bi kirdarî xizmeta wezîfî nakin.
  4. Kêmkirina budceya teşxîlî bo nivîtirîn ast bi awayekê tenê bwarên serekîyên xercîyan vegire wek bwarê dabînkirina dermanan, pêdawîstîyên pizîşkî, taqîgehî, xwarina nexwşxaneyan, zîndanîyan xane ya newcewanan, zaroyan û şêletrên jinan, pakijkirina bajaran, bajarokan, nexweşxaneyan, pêdawîstîyên avê, kirê ya wêstegah berhemhînana Karebê û çêvekirina rêyan.
  5.  Peyrewkirina sîstema (On Line) bo xerckirina teşxîlî ji bo zêdekirina şefafîyetê û kêmkirina rotînê.
  6.  Rawestandina xercîyên budceya weberhînanê (pirojeya wezaretan û pêşxistina parêzgehan).
  7.  Pêdaçûn bi nesrîye û pêşîne ya wezaret û tevaya dezgehên herêmê ji alîyê civata wezîran û wezareta Darayîyê bi arasteya kêmkirina wê bo nivîtirîn asat.
  8.  Rawestandina xerckirina rasterasta wezaretan li ser pişka dahatên xwe.
  9. pêdaçûn bi xercîyên xizmetguzarîyên petrol û gazê.

 

Zêdekirina Dahatê:

 Di tewereka dî ya civînê de, gotûbêj li ser zêdekirina dahatê hate kirin û civata Wezîran ev biryar dan:

  1. Rêkxistina wan xizmetguzarîyên ji alîyê kerta tayebet ve bi şeweyeka girêbest li derî yên sinûrî dihên pêşkeşkirin bi awayekê divê dahata wan xizmetguzarîyan bo berjewendîya giştî be.
  2. Helweşandina tevaya wan lêxweşbûnên li resmên Gumrik û bacan hatine kirin û li gel yasa û rînimayîyan naguncin.
  3. Kontirolkirina derî yên sinûrî bi armanca rêgirîyê li her kareke neyasayî ku zîyanê bigehîne dahata giştî.
  4. Pabendkirina kompanyayên navxweyî yên bwarên petrol û gazê, kompanyayên sikyûretî, kompanyayên bwarê peywendî û Internêtê, pirojeyên akincîbûnê, bi bacdanê di çarçoveya yasa û rênimayîyan.
  5. Rêkxistina mîkanîzm û wan alîyên ku risûmatên xizmetguzarîya wezaretan bi awayeke girêbest kom dikin bi awayekê di xizmeta berjewendîya giştî de be.
  6. Sepandina bacê li ser hînan û parzûnkirina berhemên petrolî.
  7. Pêwîste Wezareta Çandinê û Çavakanîyên Avê, tevaya wan zevîyên çandinê polîn bike ku zêderewî li ser hatine encamdan, tevî ku pêwîste pêdaçûnê bi wan zevîyên çandinê jî bikin ku bi girêbest bi kirê hatîne dan ji alîyê beha û şêwazê girêbestê daku wek samaneke nîştîmanî reftar le gel wan bihête kirin.
  8. Helweşandina dabînkirin zevîyan bo wan pirjeyên destûra berhemhînanaê wergirtine lê dest bi cîbuicîkirina wan pirojeyan nekirine.
  9. Helweşandina dabînkirina zevîyên bi musatehe hatine dan, lê dest bi cîbicîkirina pirojeyan nekirine.
  10. Tapokirina tevaya wan zevîyên ku bi awayeka kartê bo hevwelatîyan hatine terxankirin û tapokirina yekeyên akincîbûnê li pirojeyên weberhînanê bi navên hevweatîyan û pêdaçûn bi behahaya xizmetguzarîyên komelgehên akincîbûnê.
  11. Hejmardina tevaya mulk û malên hikumetê û tevaya dezgehan ji alîyê wezaretên peywendîdar ve daku wek çavkanîyek bo dahata giştî reftar li gel wan bihête kirin.
  12. Wergirtina wan qerên bazirganî, ji alîyê wezareta darayî li jêr ronahîya yasaya çaksazîyê.
  13. Pesindkirina pêşkeşkirina xizmetguzarîyên dabeşkirina karebayê û komkirina kirêya pişikdarên karebê ji alîyê kerta taybet ve li jêr serperiştî û çavdêrîya hikumetê.
  14. Pesindkirina pirojeya kirrîn û bi bazarkirina genmên cotkarên Herêma Kurdistanê ji alîyê kerta teybaet ve li jêr serperiştî û çavdêrîya hikumeta Herêmê bi mebesta piştîvanîkirinê li kerta çandinê.
  15. Daşikandina rêjeyek ji wan pêşîne yên hikumetê li ba hevwelatîyan ( pêşîneya duristkirina xanîyan, pêşîne ya hevserîyê û qerên bicûk) bi mercekê hevwelatî amade bin heya 15yê Xizîrên a 2020 tevaya pêşîneyan vegerînin bo hikumetê.

Sivikirina bargiranîya ewên bi sedema rêkaên xweparêzîyê zîyan bi wan ketîye:

Lêxoşbûn ji kirêya kirîçîyên mulkên hikumeta Herêmê û bexşîna hevwelatîyan ji pêbirtina ketîye ser wan ji encama peandbûnê bi qedexeya hatinûçûnê. Daxwaz ji wezîrê ewqafê jî hatîye kirin, ku rêkarên yasayî bigire ber beranber bi kirêçîyên mulkên ewqafê li jêr ronahîya movkên evê biryarê.

15% ji pereya ku kirêçî dide bo av û kehrebê dê bihêt daşikandin û ev daşikandin jî heya 15/6/2020 berdewam dibe. Herweha hjatîye ku nabe fermangehên  bacê dema qedexeya hatinûçûnê hejmar bikin.

 

Destpêkirina dewamê:

Dewama fermanberên wezaretan li 6/5 destpêdike. Dewama fermanberan bo gehandina xizmetguzîyan û rayîkirina mameleyên hevwelatîyan li 11/5  dest pêdike û hevwelatî li wê rojê ve dikarin serdana fermangehan biki, lê divê rêkarên xweparêzîyê li ber çavan bigirin.

 

Lamerkezîya Îdarî

Lamerkezî, Civata Wezîran tekz kir li ser karkirinê bo çeşpandiana lamerkezîyeta îdarî li tevay parêzgehan bê cudahî, wek di bernameya kabîneya nehama hikumetê de hatîye, bi awayekê ku guncayî  be li gel sîstema yasayî û kargêrîya Herêma Kurdistanê û şorvekirina destehlatan û dabeşkirina erk û berpirsyarîyê li gor yasayê, li jêr çavdêrîya serokatîya hikumetê li gel paraztina qewareya destûra Herêmê.