ÎHD'ê rapora xwe ya mafên mirovan a 2019yê belav kir
Ji aliyê Komeleya Mafên Mirovan ve Raporta 2019an ya Binpêkirina Mafên Mirovan a Tirkiye hate ragihandin. Raporta ku ji ber vayrosa Koronayê bi derengî hate belav kirin de, di sala 2019an de mafê jiyanê yê 440 kesan hatiye binpêkirin. Ligel vê yekê di mudaxileya hêzên ewlehiyê de 3 hezar û 935 kes jî rastî kiryarên xirap û îşkenceyê hatine.
K24-Enqere
Ji aliyê Komeleya Mafên Mirovan ve Raporta 2019an ya Binpêkirina Mafên Mirovan a Tirkiye hate ragihandin. Raporta ku ji ber vayrosa Koronayê bi derengî hate belav kirin de, di sala 2019an de mafê jiyanê yê 440 kesan hatiye binpêkirin. Ligel vê yekê di mudaxileya hêzên ewlehiyê de 3 hezar û 935 kes jî rastî kiryarên xirap û îşkenceyê hatine.
Komeleya Mafên Mirovan ÎHDê Raporta 2019an ya li Tirkiyeyê Binpêkirina Mafên Mirovan weşand. Raporta ku ji ber metirsiya vayrosa Koronayê bi derengî hate belav kirin de, di sala 2019 an de mafên jiyanê yê 440 kesan hatiye binpêkirin. Li gor amaran, hêzên ewlehiyê mudaxileyî hezar û 344 civîn û xwepeşandanan kiriye. Rêveberê Şaxa ÎHDê ya Enqereyê Fatîn Kanat amaje jî dike; di heyama vayrosa Koronayê de binpêkirinên mafên mirovan zêdetir bûne û tevî vê yekê jî hikumet bersivê nade nade serîlêdanên wan yên di vî warî de ku ev jî dibe sedema zebuna binpêkirina hin mafên din.
Fatîn Kanat - Rêveberê ÎHDê ya Şaxa Enqereyê, got:" Desthilata heyî serîlêdanên derbarê binpêkirina mafên mirovan de di pişt guhê xwe re diavêje û wisa dixuye ku ev heyama vayrosa Koronayê bo xwe kiriye wek fersendekê. Taybetî yaseya înfazê niheqiyeke mezin derxist holê. Ji bilî vanan yekem car e di proseyeke wisa de gelek kesan bo pêdiviyên xurek û paqijiyê serîlêdana ÎHDê kirin. Yanê ji hemû aliyan ve em bûyerên binpêkirinan dibihîzin. Lê ya esil ew e ku di vê heyamê de hemû alî piştgiriya hev bikin."
Ji aliyekî din ve hate diyar kirin ku di sala 2019an de di mudaxileya hêzên ewlehiyê ya civîn û xwepêşandanan de jî 3 hezar û 935 kes rastî kiryarên xirap û îşkenceyan hatine. Husnu Ondulê damezrînerê ÎHDê û parêzer e dibêje; di heyama vayrosa Koronayê de hikumet politikaya cudager dimeşîne û kesên dij politîkayên wê ji vê vayrosê naparêz e.
Husnu Ondul – Parêzer- dibêje: "Hikumet wek ku ev vayros li nav kesên fikrên wan cuda û kesên mixalif belav nabe tevdigere. Lê belê rêxistinên Neteweyên Yekbûyî û Komîteya Îşkenceyê ya Ewropayê raport ragihandin ku divê pêşî girtiyên di girtîgehan de bên parastin û bo vê yekê jî bergirî bên girtin. Lê belê hikumeta Tirkiye mixabin van raportan pişt guh dixe. Em ne di rewşeke baş de ne û hewceye div ê proseyê de her tişt eşkere bê weşandin."
Herwiha serokê Komeleya Mafên Mirovan Ozturk Turkdogan ragihand k udi sala 2019an de hem di warê mafên jiyanê hem jî di warê azadiyê de mafên jinan hatin binpêkirin. Li gorî vê raportê ji ber tundiya meran 431 jinan canê xwe ji dest daye û 359 jin jî birîndar bûne.