Tirkiye: 48 kes jiber Covid -19 jiyana xwe jidest dan
Li Tirkiyê di heyama 24 demjimêran de, 48 kesên din bi Koronayê mirin û 1 848 kes jî tûşî Koronayê bûn
-24.jpg)
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Tirkiyê di heyama 24 demjimêran de, 48 kesên din bi Koronayê mirin û 1 848 kes jî tûşî Koronayê bûn.
Wezîrê Tendirustiya Tirkiyê Fexredîn Koca da xuyakirin, 48 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan e û 1 848 kes jî bi Koronayê ketin e.
Bi amarên dawî, hejmara kesên heta niha li Tirkiyê bi Koronayê mirin e gihişt 3 689 kesan û hejmara kesên tûşî Korona bûne jî gihişt 135 hezar û 569 kesan.
Wezîrê Tendirustiyê got, heta niha ji 86 hezaran zêdetir kes baş bûn e û nêzîkî 1 900 kes jî di bin çavdêriya çir de ne.
C.B