li Hewlêrê 5 tûşbûyên Vayrosa Koronayê çêvebûn

Tenduristîya Hewlêr di daxuyanîyekê de ragehand, ku 5 nexweşên Vayrosa Koronayê li Hewlêr çevebûne.

K24- Hewlêr

Tenduristîya Hewlêr  di daxuyanîyekê de ragehand, ku 5 nexweşên Vayrosa Koronayê li Hewlêr çêvebûn.

Di wê daxyanîyê de hatîye, piştî wergirtina çareserîya pizîşkî li Hewlêrê 5 tûşbûyên Vayrosa Korona ya Nû (KOVID- 19) bi temamî çêvebûn û rewşa tenduristîya wan cêgîre û piştî pişkinînên li pey hev bo hatîye encamdan û encam her erênî derketin biryar hate dan vegerin malên xwe.

Herweha hatîye, hejmare tevaya çêvebûyan li Hewlêr gehişte 194 kesan û tenê 20 nexweş li seranserî Herêma Kurdistanê mane.