Bi wêne.. Grûpên çekdar pezên xwe li nav zeviyên Efrînê diçêrînin
Grûpên çekdar ên Efrîn dagîr kirine, zeviyên cotkarên Kurd difiroşin şivanên Ereb, ta pezên wan li nav zevî û darên zeytûnan biçêrînin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Grûpên çekdar ên Efrîn dagîr kirine, zeviyên cotkarên Kurd difiroşin şivanên Ereb, ta pezên wan li nav zevî û darên zeytûnan biçêrînin.
Jêderekî ji bajarê Efrînê ji K24ê re ragihand, koçberên Ereb yên li gundê Meydan Ekbesê li navçeya Raco hatine bicihkirin, bi darê zorê û bi çek pezên xwe berdidin nava zevî, rez û darên zeytûnan ên cotkarên Kurd û pez ji daran dixwin, bêyî ku xwediyê wî zevî bikare rêgiriyê lê bike.
Diyar kir jî, grûpên çekdaran zeviyên cotkarên Kurd ji bo çêrandina pez, difiroşin şivanên Ereb. Anku her şivanek bixwaze pezê xwe li nava zeviyên Kurdan biçêrîne, divê birek ji pereyan bide grûpa wê navçeyê kontrol dike. Herwiha ew şivan jî bi çek in, cotkarên Kurd nikarin rêgiriyê lê wan bikin.
Li ser destdirêjiya li ser mal û milkên cotkarên Kurd, meha bûrî şivanên Ereb pezên xwe berdabûn nava zeviyê kalemêrê 70 salî Elî Ehmed li gundê Meydankê, dema wî rêgirî li şivanan kir, şivanan ew kalemêr kuşt.
Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve di Adara 2018an de, grûpên çekdaran bi her awayî zulm û zorê li Kurdên Efrînê dikin, ku ji bilî revandin, eşkencedan û kuştina Kurdan, destên xwe danîna ser bi sedhezaran darên zeytûnên Efrînê, daran dibirin û wek êzing difiroşin û berhemên cotkaran jî didizin.
S. B




.jpg)
.jpg)

