Li Silêmaniyê 6 kes tûşbûyê Korona bûn
Di 24 demjmêrên derbasbûyî de, 6 kes li herêma Kurdistanê bi Vayrosa Korona ketin û hemu rûniştvanên bajarê Silêmaniyê ne
K24 – Navenda Nûçeyan
Di 24 demjmêrên derbasbûyî de, 6 kes li herêma Kurdistanê bi Vayrosa Korona ketin û hemu rûniştvanên bajarê Silêmaniyê ne.
Wezareta tendirustî a hikûmeta herêma Kurdistanê amarên 24 demjmêrên borî yên taybet bi Vayrosa Korona ragihand û got, di pişkînan de , 5 tûşbûyên nû yên Vayrosa Korona li bajarê Silêmaniyê hat destnîşan kirin, ku kurek temen 17 salî ye, û 3 jin in temen 43, 21,19 salî ne û zarokek temen 6 salî ye, û rûniştvanên bajarê Silêmaniyê ne û malbata tûşbûyê herî dawî yê wî bajarî ye.
C.B