Ozçelik: Zimanê Kurdî bingeh û heykelê hebûna Miletê Kurd e

Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mustafa Ozçelik, bi egera roja zimanê Kurdî peyamek arasteyî raya giştî kir. Kopyeyek jê gihand K24

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mustafa Ozçelik, bi egera roja zimanê Kurdî peyamek arasteyî raya giştî kir. Kopyeyek jê gihand K24.

Ev naveroka peyama Mustafa Ozçelik e:

Zimanê Kurdî  jibo hebûn û jîyan û berdewamî û vejîna miletê Kurd heykelekî esasî ye, bingehê miletbûnê ye.

Helbete ku îro xebata jibo bidestxistina mafê perwerdeya bi zimanê Kurdî pêwîstî û watinîyeke esasî ya netewî, niştimanî ye. Têkoşîn û xebata bidestxistina mafê  perwerdeya bi zimanê Kurdî bi hişmendîya bidestxistina statuyeke sîyasî ya li Kurdistanê , bi armanca bidest xistina mafê çarenûsîya miletê Kurd ve divê bê meşandin.

Lê îro li Bakurê Kurdistanê jibo lêxwedîderketin û pêşdebirina zimanê Kurdi , kî bi çi awayî jî be, çi gavan bavêje divê em piştgir û alîkarê wan bin. Divê em li hemû xebat û dezgeh û hewl û gavên jibo zimanê Kurdî  xwedî derkevin.

Îro li Bakurê Kurdistanê zimanê Kurdî di bin zext û neheqî û xeterîyeke mezin da ye.

Ev e 97 sale Dewleta Tirkîyeyê bi sîyaseta înkar û asîmîlasyonê xwestîye zimanê Kurdî(Kurmancî û Kirmanckî/Zazakî) tune bike. Helbete ku vê sîyaseta şowenî tesîreke xerab li ser civata Kurd a li Bakurê Kurdistanê kirîye. Lê tu sîyaset û kiryarên Dewleta Tirkîyeyê nikarîbûye Miletê Kurd û Zimanê wî ji holê rake. Îro hebûna miletê Kurd, hebûna zimanê Kurdî,  berhema têkoşîn û berxwedan û lêxwedîderketineke bêhempa ye.

Îro lêxwedîderketina zimanê Kurdî, ji nav malê bi xwe destpê dibe. Divê hemû Kurd di nav mala xwe da bi Kurdî(Kurmancî û Kirmanckî/Zazakî) biaxivin. Divê ev wazîfeya me ya ewil a netewî û însanî be. Dibistana ewil a Zarokên Kurdan nav mala wan e. Dayik û bav û malbatên  Kurd, divê axaftin û fêrbûn û fêrkirina zimanê Kurdî weke wazîfeya xwe ya  wîcdanî, însanî û netewî ya esasî bizanibin.

Divê em di jîyana xwe ya rojane da, li karê xwe, li bazarê zimanê Kurdî weke zimanê ewil bikar bînin.

Helbete ku jiber rastîya miletê me, em mecbûrin ku li gel zimanê Kurdî , zimanê Tirkî jî di xebata xwe ya sîyasî de bikar bînin. Lê  divê hemû partîyên Kurd û Kurdistanî  di hemû xebat û dan û standinên xwe yên navxweyî de, di xebatên xwe yên civakî , siyasî de zimanê Kurdî wek zimanê esasî bikarbînin. Hemû endamên partîyên Kurd û Kurdistanî  divê zimanê xwe yê zikmakî bizanibin, fêrbin, bikarbînin.

Divê  dezgehên sivîl, sîyasetvan, rewşenbîr, hunermend, alimên olî, hemû kesayetên ji beşên cuda yên civatê fêrbûn û bikaranîn û lêxwedîderketin û pêşdebirina zimanê Kurdî wek wazîfeyeke însanî û netewî bizanibin.

Zimanê me hebûna me ye. Bi vê hişmendîyê divê em li hebûna xwe xwedî derkevin.Divê 365 rojên salê jibo me cejna zimanê Kurdî be.

15.05.2020