Baca radiyo û kenalên televizyonî çend raste?
Li praniya welatên cîhanê temaşkirin û guhdarîya kenalên fermî yên televizyonê bê beramberin, lê li Ewrupa ne wehaye, her malek divê ji bo kenalên ser bi dewletê ve mehane pereyan bide û eger nedin têne szakirin. Bi tenê li Elmanya salane 8 milyar Yoro dahata wan kenalane.
K24- Elmanya

Bi çend navan tê bi navkirin, Peblik mediya an kanelen hukumî yan Antêl ,li Elamanya bûye pirsgirêgek e Abûrî û Bîrokratî . Ji Sala 1923 yê ve Tmşekirina Telavzyonê bi Pareyên başdarî yê tê temşakirin û Radio tê guhdarî kirin . Niha Welatî û rûniştîyên Elamnay her Mehê 18 Euro Nerxê Antêlê didin Eger bê bikar anîn yan na , heta Televzyon hebe di nav mal de yan jî nebe .
Şareza û Siysetmedarekî Opuzîsyonê, vê Mijarê bi navê Neçarî û Sansorkirina Mafên Welatîyan bi nav dike .
Peter Weispfenning – Siyasetmedar- got: Em bêjin ev Yasa nakeve çarçoveya Azadîya Kesan de. gelek rexne ji civakê li ser hene lê alîyên desthelatê bi cidî wernagirin .ev proseseke Bazirganî rêxistiye û sûd jê hene û tu nerîna Welatîyan têde nîne û ji xelkên Elmanya tê xwestin salane 8 Milyar Euro baca Televzyon û Radyo bidin, di demekê de ku 69% ji Elamana li dijî vê Yasayê ne .
Yasa dibêje ew pare jibo berdewamîya hebûna Kenalên fermî an peblik mediyaya , dûr ji Siyaseta Partîyên Desthelatê weke herdu Kenalên ZDF û ARD û Radyowa Fermî. Piranîya Kolana Elmanî rast na bîne û niha bêtir ji 4 Milyon Skala li Dadgehan hene .