Malbatên DAIŞê hewla reva ji kampa Holê didin

Malbatên çekdarên DAIŞê hewl dan ji kampa Holê ya Hesekê birevin, lê ew hewla wan ji aliyê asayişa kampê ve hat pûçkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Malbatên çekdarên DAIŞê hewl dan ji kampa Holê ya Hesekê birevin, lê ew hewla wan ji aliyê asayişa kampê ve hat pûçkirin.

Peyamnêrê K24ê da zanîn, derengiya şeva bûrî, hewla reva ji kampa Holê ji aliyên çend malbatên DAIŞê hebû, lê hêzên asayişa kampê karî wê hewlê pûç bikin û rewşê kontrol bikin.

Çendîn car in malbatên DAIŞê hewl didin ji kampa Holê birevin, lê ji aliyê asayişê ew hewl tên têkbirin. Dawî car jî, roja 14ê vê mehê 3 jinên DAIŞê yên Tirk hewl dan ji kampê birevin, ji aliyê hêzên asayişê ve hatin desteserkirin.

Zêdetir ji 11 hezar jin û zarokên DAIŞê di kampa Holê de hene, tevî ku Rêveberiya Xweser bi berdewamî bang li welatên biyanî dike, ku bi berpirsatiya xwe rabin û welatiyên xwe ji kampê werbigirin û çareseriyekê ji rewşa girtiyên DAIŞê re bibînin, lê heta niha ti çareserî nehatiye kirin.

 

S. B