HSDyê nêzîkî 15 çekdarên dijberîya Sûriyê kuştin

Nêzîkî 15 çekdarên dijberîya Sûriyê li derdora Girê Sipî hatin kuştin.

K24- Hewlêr

Nêzîkî 15  çekdarên dijberîya Sûriyê li derdora Girê Sipî hatin kuştin.

Riwangeha Sûriya  ya Mafên Mirov belavkirîye, çekdarên dijberîya Sûriyê  li gundewarê Girê Sipî hewil dane derbazî navçeyên jêr destê Hêzên Sûriya Demokrat (HSD)  bibin; lê hewla wan ji alyê HSDyê ve hat têkşikandin û di navbera  herdû alîyan de şer derket.

Li gor Riwangehê di encama wî şerî da,  HSDyê  nêzîkî  15 çekdarên dijberîyê kuştin lê Riwangehê amaje bi zîyanên canî yên HSDyê  nekirîye.