Li Wanê 12 kes di şînekê de bi Koronayê ketin
Li Edremîda Wanê, 12 kes di merasîmeke taziyeyê de bi Koronayê ketin û li Semsûrê jî avahiyek ji ber pêketiyên Koronayê hat karantînkirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Edremîda Wanê, 12 kes di merasîmeke taziyeyê de bi Koronayê ketin û li Semsûrê jî avahiyek ji ber pêketiyên Koronayê hat karantînkirin.
Parêzagariya Wanê da xuyakirin, li Edremîdê taxa Emînpaşa, di merasîmeke taziyeyê de 12 kes bi korona ketin. Li Semsûrê jî avahiyek, bi armanca pêşîlêgirtina belavbûna koronayê hat karantînkirin.
Parêzgariya Wanê da zanîn, pişkinînên kesekî ku ji derve bo beşdariya merasîmê hatibû Wanê, pozîtîf derket. Piştî lêkolînan, hat dîtin ku 12 kesên beşdarî şînê bûne bi korona ketine. Herwiha Pişkinînên kesên beşdarî şînê bûne didomin.
Li wanê gundê Siyavanê jî, ji ber beşdariya şînekê, 103 kes bi vîsrusa Korona ketibû û ji ber vê muxtarê gund ji kar hatibû dûrxistin û 12 gundên din hatibûn karantînkirin.
S. B