Kalemêrekî Efrînî 6 roj in winda ye û çarenivîsa wî ne diyar e

Kalemêrekî Efrînî yê 87 salî ji 6 rojan ve windayî ye û malbata wî daxwaz dikin çarenivîsa wî were diyarkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Kalemêrekî Efrînî yê 87 salî ji 6 rojan ve windayî ye û malbata wî daxwaz dikin çarenivîsa wî were diyarkirin.

Kurê kalemêrê windayî Riyad Umik ji K24ê re ragihand, bavê Muslim Ehmed Umik ji roja Pêncşemê 14ê Gulanê ve ji mala xwe ya li taxa Eşrefiyê li aliyê riya Tirindê derketiye û het niha venegeriye malê û ti agahdariya wan li ser wî nîn e.

Da zanîn jî, bavê wî wî yê 87 salî ye û nexweşiya Alzheimer pê re heye, ku tiştek nayê bîra wî.

Diyar kir jî, wan hemû navendên polîsan û ewlehiyê yên bajarê Efrînê û Cindirêsê, lê heta niha wan ti agahî wernegirtine.

Kurê wî kalemêrî bi riya K24ê re bang li hemû welatiyên Efrînê kir, her kesê zanyariyekê li ser bavê wî bizanibe, pêwendiyê bi wan re li ser vê hejmara telefonê (00905373070672) bikin.

 

S. B