Efrîn.. Firokeyekê otombîleke çekdaran bombebaran kir
Firokeyeke bêfirokvan otombêleke serbazî ya çekdarên ser bi artêşa Tirkiyê li Efrînê bombebaran dike û çekdarên tê de bûn dikuje.
K24 – Navenda Nûçeyan
Firokeyeke bêfirokvan otombêleke serbazî ya çekdarên ser bi artêşa Tirkiyê li Efrînê bombebaran dike û çekdarên tê de bûn dikuje.
Jêderekî taybet ji Efrînê ji K24ê re ragihand, îro firokeyeke bêfirokvan otombêleke serbazî ya çekdaran di navbera gundên Îska û Şadêrê bombebaran kir û hemû çekdarên tê de bûn hatin kuştin.
Heta niha nayê zanîn ew firoke ser bi çi aliyekî ve ye û herwiha nayê zanîn çekdarên hatine kuştin jî bi ser çi grûpekê ve ne.
S. B