MHP daxwaza qedexekirina veguhestina parlamenteran dike

Li Tirkiyê, partiya hevpeyman a deshilatdariyê MHP, dest bi xebatên xwe yên hilbijartinek pêşwext kir û ji bo ku di yaseya partî û hilbijartinê de guherîn bêne kirin, amadekariyan dike

K24- Enqere

Li Tirkiyê, partiya hevpeyman a  deshilatdariyê MHP, dest bi xebatên xwe yên hilbijartinek pêşwext kir û ji bo ku di yaseya partî û hilbijartinê de guherîn bêne kirin, amadekariyan dike. Li gorî van amadekariyan, MHP dixwaze ku ji partiyekê bo partiyeke din veguhestina parlementeran neyê kirin û bi vê yekê jî, pêşiya partiyên Ehmed Dawutoglu û Alî Babacan bigrin, da ku nekarin bikevin hilbijartinek pêşwext. Li gorî parlementeran ger hilbijartineke ji nişka ve çêbe û partiyên nû bikevin hilbijartinê, dê partiyên deshilatdar AKP û MHP deshilata xwe jidest bidin.

Li Tirkiyê bêyî ku bikeve hilbijartinan partiyek bi veguhestina parlamenteran ji partiyeke din dikare li parlamentoyê bi cih bibe û gruba xwe ava bike. Serokê Partiya Nijad Perest a Tirkiyê Dewlet Bahçelî ku wekî partî di heman demê de şirîkê desthilatê ne di daxwuyaniyeke xwe de balkişand ser vê mijarê û daxwaza qanûneke qedexeya veguhestina parlamenteran. Vê daxwuyaniyê jî li parlamentoya Tirkiyê deng veda. Partî û parlamenterên opozîsyonê jî ev daxwaza guherandina qanûnê wekî tirsa MHPê ya bo hilbijartinê şîrove kirin. Cîgirê Serokatiya Gruba Îyî Partî Lutfu Turkkan di vê derbarê de axaft û got; êdî dawiya desthilata AKPê û MHPê hatiye û ev hewlên wan jî vê yekê bi awayekî aşkere radixe ber çavan.

Cîgirê serokatiya giruba ÎYÎ Partî-Lutfu Turkkan got:"Desthilat û şirîkê wê yê biçûk di nava metirsiyê de ne. Ew jî baş dizanin ku pergala niha nahêle ew êdî bibin desthilat. Hemû esasê vê meseleyê ev e. Ez vê yekê wekî destnîşanbûna van gûmanan şîrove dikim. Bila benda hilbijartinê ji sedî 50an daxin ji sedî 40an, hûnê bibînin ev gel ji sedî 35ê zêdetir deng nade vê desthilat û şirîkê wê yê biçûk."

Cîgirê Serokatiya Gruba CHPê Ozgur Ozel jî li ser vê mijarê axaft û diyarkir; Ji ber ku Bahçelî naxwaze Erdoxan xemgîn bibe ev daxwaz anî rojevê lê ev xebat û hewldan bi tu awayî nabe çare û beyhûde ye.

Cîgirê serokatiya giruba CHPê-Ozgur Ozel dibêje:"Îro partiya Erdoxanî piştî êş û janên kûr cêwiyek aniye dinyayê. Êdî li holê 2 partiyên din jî hene. Vê yekê jî wisa kir ku desthilat baweriya xwe ya berê ji dest bide. Dewlet Bahçelî jî bo ku ev her du partî li parlamentoyê

nikarin grubên xwe pêkbînin hewl dide ku vî barê AKPê bide ser milê xwe. Lê wekî ku tê zanîn me di rabirduyê de ji bo partiyên siyasî daxwaza qanûnên etîk kiribû. Xuyaye ku di navbera daxwaza wan û daxwaza gel de cûdatiyên mezin hene."

Parlamenterên opozîsyonê li ser vê mijarê ji xwe bawer axaftin û îddîa kirin; partiya desthilatê AKPê û şirikê wê MHPe her çi bikin jî di îhtimala hilbijartineke pêşwext de êdî bi tu awayî nikarin bibin desthilat