Li Diyarbekir û Rihayê operasyon dijî aktîvîstên HDP
Ligor hatî zanîn dinav binçavkiriyan de: Parlementera berê Ayla Akat Ata, Hevserokê DBP ê berê Mehmet Arslan, endama Desteya Birêvebir a HDP Ozlem Gunduz jî hene

K24 – Navenda Nûçeyan
Vê sibehê derdora demjimêr 04:00an Hêzên Ewleyî yên Tirkiye avêtin ser gelek navnîşanan li bajarên Diyarbekir û Riha yên bakurê Kurdistanê. Ligor agahdarian 18 çalakvanên Tevgera Jinên Azad (TJA) û berpirsên DBP, HDP hatine binçvakirin.
Ligor hatî zanîn dinav binçavkiriyan de: Parlementera berê Ayla Akat Ata, Hevserokê DBP ê berê Mehmet Arslan, endama Desteya Birêvebir a HDP Ozlem Gunduz jî hene.
Ev çendîn roj in Operasyon hemberî HDP zêde bûn e û duhî jî, hejmarek parlementer û berpirsên HDP li Enqere rastî binçavkirinan hatibûn.
Guman heye, hejmara binçavkirinan zêde bibe.
C.B