Welatiyekê Çilaxa li gel hevjîna xwe Mêşên Hingvîn xwedî dikin

Ebdûlla welatiyek ji gundewarê bajarê çilaxa ye, li gel hevjîna xwe mêşên hingiv xwedî dike, ebdela dibêje ku mêş hewcedarî çavdêriyê ne û zehmetiyên vî karî hene.

K24- Qamişlo- Rojava

Ebdûlla welatiyek ji gundewarê bajarê çilaxa ye, li gel hevjîna xwe mêşên hingiv xwedî dike, ebdela dibêje ku mêş hewcedarî çavdêriyê ne û zehmetiyên vî karî hene.

Wekî xwedîkirina zarokên xwe apê ebdela û hevjîna xwe mêşên hingiv di hewşa mala xwe de xwedî dikin, ji biçûkaniya xwe ve ebdela ji bavê xwe fêrî vî karî bûye, dibêje ku her kewerekî mêşan hewcedarî çavdêrî û xwedîkirinê ye, di demsala buharê de tevgera mêşan geş dibe û li kulîlkan digerin, lê ji ber kêmbûna kulîlkan abdela hin cûreyên taybet yên kulîlkan ji dewleta holendayê dixwaze, da ku tama hingiv xweş be, ebdela gelek kewar ser destê xwe çêkirine û ji bo mêş nemrin wan dinuximîne û parastina wan ji germahiya rokê dike.

Dengê van mêşan bûye beşek ji jiyana ebdela, rojane ji berbanga sibehê ve cilên taybet bi xwedîkirina mêşan li xwe dike û dest bi karê xwe dike, lê gelek zehmetiyên xwedîkirina mêşan heye, buhabûna pêwîstiyên çêkirina kewaran û hebûnn hin cureyên mêşan ku yên hungiv dikujin, ji ber wilo pêwîste deverek guncaw ji xwedîkirinê re were peydakirin.

Xwedîkirina mêşan ji ebdela re sudeyeke abûrî ye, lê eger buhar nebe berhema mêşan jî dê qels be.

Gelek nav li mêşên hingiv tên kirin, lê ebdela tenê mêşên kurmancî xwedî dike.

Li hêleke din xwedîkirina mêşên hingiv hin bi hin kêm dibe ji ber ku berhem ne li gorî xwestekê ye, lê ebdela dibêje eger xwedîkirin bi awayekî zanistî be û li gorî şert û mercên vî karî be berhem dê baş be û xwedîkirin jî dê pirtir bibe.

Ebdela welatiyek ji gundewarê bajarê çilaxa ye, li gel hevjîna xwe mêşên hingiv xwedî dike, ebdela dibêje ku mêş hewcedarî çavdêriyê ne û zehmetiyên vî karî hene.