Tirkiye: Li 38 bajaran derketina bi merc hate ragihandin

Li 38 bajarên Tirkiye û bakurê Kurdistanê, derketina derve bê demamik hat qedexekirin

K24 – Navenda Nûçeyan

Li 38 bajarên Tirkiye û bakurê Kurdistanê, derketina derve bê demamik hat qedexekirin.

Bi biryarên Desteya Tendirustiya Bajêr, bi armanca rêgirtina belavbûna Vayrosa Koronayê, li 38 bajarên Tirkiye û bakurê Kurdistanê, bê mask derketina derve hat qedexekirin.

Li gor biryarê, kesên bê demamik derkevin derve, dê werin sizadan.

Qedexe, bajarên Qers, Xarpêt, Îdir, Riha, Semsûr, Sêrt, Dêrsim, Mereş, Dîlok, Mêrdîn, Meletî û Mûşê yên bakurê Kurdistanê û 26 bajarên Tirkiyeyê li xwe digre.

 

 

 

C.B