Tirkiye: An sosyal-medya dixin bin kontrolê yan qedexe dikin
Serokomarê Tirkiyê dibêje, ew dê bi yaseyeke nû, torên civakî qedexe bikin yan jî, bigrin bin kontrolê

K24 – Navenda Nûçeyan
Serokomarê Tirkiyê dibêje, ew dê bi yaseyeke nû, torên civakî qedexe bikin yan jî, bigrin bin kontrolê.
Serokomarê Tirkiyê da xuyakirin, herî dawî bêrêziya hember keça wî Esra, ku hevjîna Berat Alybayrak e, girîngiya kontrolkirina torên civakî nîşan da ye.
Da zanîn, careke din derket hole, ku ew çima dijî Youtube, Twîtter û Netflîksê ne, ku her cure direw û tomet û bêrêzî li wê derê tê kirin.
Erdogan got, torên civakî bûn e cihên handana tawanê, bangeşeya terorê û bêrêziyê. Got, ji bo qedexekirin û kontrolkirina torên civakî li ser yasayeke nû kar dikin û ew dê di demeke nêzîk de bîn in rojeva Parlamentoyê.
C.B