Yedega nêvdewletîya Rûsyayê 500 milyar dolar derbaz kir
Banka nêvdewletîya Rûysa ragehand, yedega nêvdewletîya welatê wan, 500 milyar dolar derbaz kir.
K24- Hewlêr
Banka nêvdewletîya Rûysa ragehand, yedega nêvdewletîya welatê wan, 500 milyar dolar derbaz kir.
Banka navendî ya Rûsya di ragehandinekê de, amaje bi wê yekê kirîye, di navbera 19-26 Xizîrana burî, yedegê nêvdewletîya Rûsya ji zêr û dirava bîyanî gehişte 568 milyar dolar û 300 milyon dolarên Emerîkî ji encama bilindbûna nirxa zêrî bi rêjeya %0.1.
Par jî yedega nêvdewletîya Rusya bi rêjeya %18.3 bilind bû û heya dawîya Kanûna Dûyem a ev sal gehişte 598 milyar û 400 milyon dolaran.
Ev di demkê de ye mezintirîn yedeg di dîroka Rusya de, li meha Tebaxa 2008 bû, ku wê demê gehiştibû 598 milyar dolaran.