Li Dîlokê dawet dê di bin çavdêriya polîsan de werin kirin
Parêzergeriya Dîlokê ragihand ku, di çarçoveya tedbîrên Koronayê de dawet dê di bin çavdêriya polîsan de werin kirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Parêzergeriya Dîlokê ragihand ku, di çarçoveya tedbîrên Koronayê de dawet dê di bin çavdêriya polîsan de werin kirin.
Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyeyê Fahretîn Koca ragihandibû ku li Dîlokê jî halet zêde dibin. Piştî daxûyaniya Fahretîn Koca, Parêzgeriya Dîlokê ragihand ku dê êdî hêzên ewlekariyê jî di nava dawetan de cih bigrin û dê rê nedin ku welatî rênimayan binpê bikin.
Li gorî ragihandina parêzgeriyê, dê 67 tîmên ku ji 229 erkdaran pêk tên li dawetan çavdêriyê bikin.
Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyeyê Fahretîn Koca di dema aşkerekirina encamên Koronayê yên 5ê Tîrmehê de ragihandibû ku li Stenbol û Enqere û Dîlok û Mêrdîn û Diyarbekir û Konya û Bursayê halet zêde dibin.
Li hin bajarên Bakur û Tirkiyeyê, ji 1ê Hezîranê ango ji destpêkirina pêvajoya asayîbûna nû ve haletên Koronayê zêde dibin.