Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî 210 ton bacanê sor ê cotkaran dikire

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî bi armanca piştevaniyê li cotkaran û karta çandiniyê ya Herêma Kurdistanê, di projeyekê de 210 ton berhemên bacanê sor ê cotkarên parêzgeha Duhokê dikire.

K24 – Navenda Nûçeyan

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî bi armanca piştevaniyê li cotkaran û karta çandiniyê ya Herêma Kurdistanê, di projeyekê de 210 ton berhemên bacanê sor ê cotkarên parêzgeha Duhokê dikire.

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî di vê projeyê de ku 7 rojan berdewam dike, rojane 30 ton bacanê sor ê cotkarên parêzgeha Duhokê dikire û piştre li koçber û penaberên di kampan de belav dike.

Roja 7. 7. 2020an Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li parêzgeha Duhokê projeya kirîna bacanê sor ê cotkaran ragihand, ev jî piştî wê tê ku piraniya berhemê cotkaran li parêzgehên Herêma Kurdistanê sax nebûne.

Berpirsê Nivîsgeha Dukokê ya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Ebdulwahîd Emîn ji K24ê re ragihand, ev proje li navçeyên Sêmêl, Zaxo, Akrê, Şêxan û Berdereş bicih dibe û koma giştî ya budceya vê projeyê 650 milyon Dînar e.

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî pêştir jî projeyên taybet pêşkêşî cotkarên Herêma Kurdistanê kirine û hevkarî pêşkêşî cotkaran kiriye.

 

S. B