Iraq sala 2021an diçe hilbijartinên pêşwext
Serokwezîrê Îraqê di gotarekê de behsa rewşa niha û wan aloziyên cuda li Iraqê kir û eşkere kir, roja 6ê Hezîrana sala bê, dê hilbijartinên pêşwext bên encamdan
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî dem a encamdana hilbijartinên pêşwext ragihand.
Serokwezîrê Îraqê di gotarekê de behsa rewşa niha û wan aloziyên cuda li Iraqê kir û eşkere kir, roja 6ê Hezîrana sala bê, dê hilbijartinên pêşwext bên encamdan û dê alîkariya Komisyona Serbixwe ya Hilbijartinan bikin ji bo serxistina proseyê û dê çavdêrên navdewletî, çavdêriya proseya hilbijartinan bikin.
Bi gotina Kazimî, hilbijartinên pêşwext dê guherînên mezin bi xwe re bîn in.
C.B