Çîrokeke serkeftinê: Di 96 saliya xwe de bawernameya zanîngehê wergirt
Li Îtalyayê xwendekarê herî bi temen Giuseppe Paterno, di 96 saliya xwe de bawernameya zanîngehê wergirt
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Îtalyayê xwendekarê herî bi temen Giuseppe Paterno, di 96 saliya xwe de bawernameya zanîngehê wergirt.
Giuseppe Paterno hemû jiyana xwe bi karkirin û dabînkirina debara xwe derbas kir, di salên xanenişîniyê de jî kete pey hêvî û xewnên xwe û di 96 saliya xwe de li Zanîngeha Palermo di Beşa Dîrok û Felsefeyê de pileya nuwaze bi dest xist.
Paterno diyar dike; dema dayîka wî ji bo xwarina taştê pere dida wî, carinan ew diçû bi wan pereyan pirtûk dikirrî. Giuseppe Paterno xewnekê dike rastî û dibe nimûneyek ji bo hemû wan kesên ku dixwazin bi çi nirxî dibe bila bibe, bigihin hêviyên xwe.

Xwendekarê herî bi temen Giuseppe Paterno di Îlona 1923an de li bajarê Palermo yê Îtalyayê jidayîk bûye, piraniya serpêhatiyên serdema şer, serbestî, azadî, pêngavên piştî şer û cardin avakirina welat û pêkanîna jiyana demokrasî dîtiye. Paterno di malbateke gelek hejar de hatiye dinyayê û hemû temenê wî li ser peydakirina debara jiyanê derbas bûye, ku di 7 saliya xwe de li cem bavê xwe dest bi kar kiriye.
Du zarok û çar neviyên Giuseppe Paterno hene. Piraniya jiyana wî li nav kompaniya rêyên hesinî ya Îtalyayê derbas bûye, di 31 saliya xwe de bi gelek zehmetiyan peymangeha endazeya pîvanê temam kiriye.

Giuseppe Paterno jiyana xanenişîniyê ji bo xwendin û pêkanîna hêviya xwe terxan kir û di sala 2017an de li Zanîngeha Palermo navê xwe nivîsand û di hemû ezmûnan de bi ser ket, herwiha di dema koronayê de jî bi awayekî online hemû qonaxên din ên teza xwe temam kir û bawernameya xwe wergirt.
Paterno piştî merasîma wergirtina bawernameyê biryar da, heta wergirtina doktorayê di perwerdeyê de berdewam be.
Î.A