Li rojhilatê Kurdistanê birinc bûye xwarineke giranbuha
Li bazarên rojhilatê Kurdistanê nirxê birinc bi awayekî giran bûye, karîna her kesekî nemaye wê madeya xwarinê ya sereke bikire.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li bazarên rojhilatê Kurdistanê nirxê birinc bi awayekî giran bûye, karîna her kesekî nemaye wê madeya xwarinê ya sereke bikire.
Ji ber krîza abûrî li Îranê, li rojhilatê Kurdistanê birinc jî wek xwarinke giranbuha lê hatiye, bi awayekî di karîna her kesekî de nîn e wê xwarina sereke bikire. Ji sala bûrî ve, nirxê birinc du – sê qatan bilind bûye. Bazirgan û dukandar jî venaşêrin ku ev bilindbûna di nirxê birinc de, nêzîk e bibe karesatek.
Mesûd Îbrahîmî, dukandarekî rojhilatê Kurdistanê ye di wê derbarê de dibêje: “Kiryarên pêştir dihatin 100 kîlo birinc ji malên xwe re dikiriyan, niha 10 kîloyan dibin.. 240 hezar Tumen (nêzîkî 10 Dolar) nirxê kîsekî birinc e, bi nerîna min ev tawaneke mezin e.. Karkerek heger ji mehê 10 roja kar dike û rojê 70 ta 80 hezar Tumen werdigire, dê ji kû bikare kîsekî birinc bikire.”
Daketina buhayê Tumenê Îranî û serederiya bankên navdewletî hîştiye, hikûmeta Îranê karîna çavdêriyê ji dest bide û rojane nirx giran bibin. Hevdem jî berhemê birincê navxweyî yê Îranê nikare yek li ser sê ji daxwaza xelkê dabîn bike. Herwiha bi bilindbûna nirxê Dolar re jî, karîna xelkê ya kirînê nemaye.
Niha bi hezaran ton birinc li komgehên rojhilatê Kurdistanê hene, bazirgan dibêjin: Wan bi nirxekî bilind birinc kirîne, necîgirbûna nirxê Dolar jî wiha lê kiriye, ew nizanin bi çi nirxî bifiroşin welatiyan, ta ku ziyanê jê nekin. Ligel wê jî, beşeke mezin ji xelkê bê kar û bê mûçe ne.