Şanda Japonî serdana Diyarbekirê kir

Akio Miyajima, Balyozê Japonyayê yê li Enqerê û şanda ligel wî, ji bo wergirtina zanyariyên li ser aboriya bajêr, derfetên veberhênan û şiyana çandî, serdana Diyarbekirê kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Akio Miyajima, Balyozê Japonyayê yê li Enqerê û şanda ligel wî, ji bo wergirtina zanyariyên li ser aboriya bajêr, derfetên veberhênan û şiyana çandî, serdana Diyarbekirê kir.

Li gor daxuyaniya Odeya Bazirganî û Pîşesazî ya Diyarbekirê (DTSO), şanda Japonî ligel Lijneya Rêveberiyê ya DTSOyê civînek pêk aniye û derbarê aboriya bajêr, derfetên veberhênan û şiyana çandî de zanyarî wergirtine.

Piştî civînê, şanda Japonî li Diyarbekirê, li navçeya Sûrê, Xana Hesen Paşa, Minareya Çarnig, Çarşiya Şewitî, Bazara Îspey, Mizgefta Mezin û dêrên ku xebata nûkirina wan didome, geriyan.

Hat ragihandin ku Akio Miyajima, Balyozê Japonyayê yê li Enqerê, serdana projeya Navenda Perwerdehiya Jinan a ku di sala 2015an de piştgirî dabûn, kir û ji bo car din ev proje were aktîvkirin, nêrînên xwe anîn ziman.

Şanda Japonî piştre serdana Herêma Pîşesaziyê ya Diyarbekirê kiriye û ji bo pêşvebirina peywendiyên bazirganî yên ligel Japonyayê, daxwaz û têbîniyên veberhênerên Diyarbekirê wergirtine.

Herwiha di hevdîtinê de hatiye diyarkirin ku berê geştyarên Japonî serdana Diyarbekirê dikirin, lê di van salên dawî de him geştyarî û him jî peywendiyên bazirganî paş ketine.

 

Î.A

Fly Erbil Advertisment