Erdogan ragihand: Me li Deryaya Reş gaza sirûştî keşf kir
Serokomarê Tirkiyê ragihand; 320 milyar metre sêca gaza sirûştî hat dîtin û got: “Tirkiyê di dîroka xwe de vedîtina herî mezin a gaza sirûştî li Deryaya Reş pêk anî.”

K24 – Navenda Nûçeyan
Serokomarê Tirkiyê ragihand; 320 milyar metre sêca gaza sirûştî hat dîtin û got: “Tirkiyê di dîroka xwe de keşfa herî mezin a gaza sirûştî li Deryaya Reş pêk anî.”
Recep Tayyip Erdogan, Serokomarê Tirkiyê du roj berê "mizgîniyek" dabû û îro li Koşka Dolmabahçeyê ev mizgînî eşkere kir.
Erdogan diyar kir: “Enerjî tevî ku ji bo pêşveçûnê esaseke bingehîn e, di avakirina serxwebûna netewî de jî giringiyeke wê ya mezin heye.”
Serokomarê Tirkiyê destnîşan kir: “Li paş ew qas lîstikên ku li rojhilatê Deryaya Spî têne lîstin jî, şerê parvekirina çavkaniyên enerjiyê heye.”
Recep Tayyip Erdogan eşkere kir ku Tirkiyê di dîroka xwe de keşfa herî mezin a gaza sirûştî li Deryaya Reş pêk anî û got: “Keştiya me ya Fatîh a sondajê, di 20ê Tîrmeha 2020an de dest bi kolandina bîra Tuna 1 kir û niha 320 milyar metre sêca gaza sirûştî keşf kiriye. Me ev operasyon bi temamî bi derfetên netewî pêk anî. Zanyariyên ku ji bîrê hatine wergirtin, didin nîşandan ku li heman deverê keşfên nû yên gaza sirûştî pêkan e. Armanca me ew e ku di sala 2023an de em gaza Deryaya Reş pêşkêşî bikaranîna gelê xwe bikin.”
Erdogan diyar kir ku ew ji Deryaya Spî jî li benda mizgîniyeke bi vî rengî ne û got: “Me bi rêya keştiyên me yên Fatîh û Yavuz, li Deryaya Spî û Deryaya Reş heta niha 9 sondajên kûr ên deryayî pêk anîn. Em di sondaja dawî de gihiştin rûmeta mizgîniya ku gelê me li bendê bû.”
Î.A