Dayîkek 11 zarokên wê hene, dixwaze çend zarokên wê yên din jî çêbin

Jinek ji navçeya Arkansas a ser bi eyaleta Kansas a Amerîkayê, dayîka 11 zarokan e, lê dixwaze çend zarokên wê yên din jî çêbin.

K24 – Minnesota, Amerîka

Jinek ji navçeya Arkansas a ser bi eyaleta Kansas a Amerîkayê, dayîka 11 zarokan e, lê dixwaze çend zarokên wê yên din jî çêbin.

Britni Church ku 31 salî ye, ji Mercury News re ragihandiye; ew ji malbata mezin hez dike û ew bi hevjînê xwe yê 28 salî Chris Church dixwazin gelek zarokên wan hebin.

Destpêka vê fikra Britni Church di sala 2004an de bûye ku wê demê 16 salî bûye û zarokeke wê çêbûye û ev zarok ji hevjînê wê yê yekem e, lê 5 roj piştî jidayîkbûna zaroka wê ya yekem, bi yekî din re zewiciye.

Piştî zewaca duyem, baweriya Britni Church ew bûye ku 4 zarok bes e.

Li gor Mercury News, Britni li bajarekî wisa dijî ku li wî bajarî jiyan bi awayekî neçaverêkirî dijwar e, lê Britni Church di sala 2012an de ji bo zarokê şeşem ducanî bûye.

Britni Church dibêje: “Gava ez bi zarokê şeşem ducanî bûm, destpêkê min şerm kir, ji ber ku min dixwest zarokên min ji wî bavî bin ku ez ligel wî dijîm.”

Britni Church heta sê salan bi tenê maye, piştre di sala 2014an de bi Chris Church re zewiciye. Piştî demeke kurt, di sala 2015an de zarokê wê yê heftem çêbûye û niha 5 salî ye.

Piştî salekê jî zarokekî din hatiye dinyayê ku niha 3 salî ye û herî dawî 3 zarok bi hev re di Tîrmeha 2019an de jidayîk bûne.

Britni Church dibêje: “Plana min ew e ku ez çar zarokên din jî bînim dinyayê.” Lê tekez dike ku ew naxwaze hevjînê xwe yê niha berde û careke din bi yekî din re bizewice.

 

Î.A