Li Herêma Kurdistanê bûyerên trafîkê bi rêjeya ji sedî 70 kêm bûne

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Herêma Kurdistanê, ji ber baştirbûna kalitiya rêyan û hişyariyê, bûyer û mirina bi sedema leza zêde ber bi kêmbûnê ve diçin; bi awayekî ku daketina rêjeya mirinê bi 70% Herêma Kurdistanê dixe rêzbenda wan deverên ku di demeke kurt de mezintirîn pêşkeftin di warê selametiya hatin û çûnê de li Rojhilata Navîn tomar kiriye.

Kabîneya Nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê selametiya rêyan kiriye yek ji armancên serekî yên karnameya xwe ya xizmetkariyê û giştgîrkirina jêrxaneya wê.

Leza zêde li ser cadeyan dibe ku bibe sedema negihîştina bi cihê meremê. Salane li cîhanê û li Herêma Kurdistanê jî gelek malbat bi sedema xafilbûneke demkî kesûkarên xwe ji dest didin, lê ev çend sal in li Herêma Kurdistanê bûyerên trafîkê bi awayekî berçav kêm bûne û parek ji geştyar û welatiyan jî bi guhertinên rêyan û sîstema trafîkê ya Kurdistanê matmayî mane.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê girîngiyeke taybet daye kertê rêyan, her ji çêkirina cadeyan û rêyên dualî yên di navbera parêzgeh û îdareyên serbixwe de heta digihîje guhertinên di sîstema trafîkê û hêsankariyên li ser cadeyan; vê yekê jî wisa kiriye ku bûyerên trafîkê kêm bibin.

Berdevkê Rêveberiya Trafîkê ya Hewlêrê Eqîd Hêmin Emîn ji Kurdistan24ê re ragihand: "Çêkirina cade û pirên bilind di nava bajaran de û rêkxistina hatin û çûnê ji aliyê pişka endazyariya hatin û çûnê ve roleke girîng di rêkxistina cadeyan û danîna hêma û xêzkirina cadeyan de hebûye; û ji hemûyan jî girîngtir danîna sîstema kamerayên çavdêrîkirina leza zêde ye, bi taybetî jî sîstema xal-bo-xal (point-to-point) ku di destpêkê de rexneyeke zêde lê hat girtin, lê paşê ji bo şofêr û welatiyan zelal bû ku çiqas roleke wê di kêmkirina bûyerên trafîkê de hebûye."

Bûyerên trafîkê di dema 8 salan de bi rêjeya 70% kêm bûne û ev daketin wekî daketineke pîvankî tê hejmartin. Li gorî datayên fermî yên Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ku li ber dest in, hejmara giştî ya qurbaniyên bûyerên trafîkê li seranserî Herêma Kurdistanê di sala 2025ê de gihîştiye 661 kesan, li gorî salên borî ku zêdetirî hezar û 500 bûyeran rû didan.