Serokê Parlementoya Iraqê ji civaka navdewletî alîkariyê dixwaze

Serokê Parlementoya Iraqê ji bo avakirina deverên ku ji ber şerê DAIŞê zirar dîtine, ji civaka navdewletî alîkariyê dixwaze

K24 – Hewlêr

Serokê Parlementoya Iraqê ji bo avakirina deverên ku ji ber şerê DAIŞê zirar dîtine, ji civaka navdewletî alîkariyê dixwaze.

Mihemed Helbûsî, Serokê Parlementoya Iraqê li ser hesabê xwe yê Twitterê gotiye: “Bi boneya roja cîhanî ya bîranîna qurbaniyên terorê, em bi şanazî qurbaniyên Iraqê bi bîr tînin di rûbirûbûna terorê de û qebareya wêrankariya li pey xwe li bajarê hiştiye.”

Helbûsî di tweeta xwe de dibêje: “Ev bone derfeteke nû ye, da ku ez ji civaka navdewletî bixwazim li cem Iraqê bisekinin û piştgiriya projeyên avakirina deverên zirardîtî bikin.”

Herwiha ji hikûmeta Iraqê jî daxwaz kiriye; ji bo qerebûkirina malbatên qurbaniyên destê terorê, lez bike.

Neteweyên Yekbûyî ji sala 2017an ve roja 21ê Tebaxê weke roja bîranîna qurbaniyên destê terorê diyar kiriye, da ku piştgiriya rizgarbûyên terorê were kirin.

 

Î.A