Çavuşoglu bo Yewnanistanê: Ev sedema şer e

Wezîrê Derve yê Tirkiyê li ser daxwaza Yewnanistanê ya berfirehkirina sînorê ava xwe ya bejahiyê bo 12 mîlan axivî.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Tirkiyê li ser daxwaza Yewnanistanê ya berfirehkirina sînorê ava xwe ya bejahiyê bo 12 mîlan ragihand: “Ew nikarin li Deryaya Egeyê sînorê ava xwe ya bejahiyê bikin 12 mîl, biryara parlementoya me ku ji mêj ve me daye, berdewam e. Ev sedema şer e.”

Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Derve yê Tirkiyê ji kanaleke taybet re axivî û li ser milmilaniya rojhilatê Deryaya Spî got: “Keştiya Oruç Reîs dê li wê herêmê heta 90 rojên din jî xebata xwe bidomîne.”

Çavuşoglu diyar kir ku ew di çarçoveya mafên xwe de li rojhilatê Deryaya Spî dest bi xebatên sondajê kirine û got: “Dema ku me dest bi xebatên sondajê kir, Yewnanistan dengê xwe zêde kir. Piştî wê jî aliyê Rûm. Van her du welatan ji Ewropayê piştgirî wergirt. Îspanya û Almanyayê xwestin navbeynkarî bikin. Ji bo bêyî ku em mafên xwe ji dest bidin û bi rêya dîplomasiyê çareser bikin, me hin biryar dan. Em dixwazin kêşe bi rêya dîplomasiyê werin çareserkirin.”

Wezîrê Derve yê Tirkiyê got: “Fransa bi awayekî berdewam piştgirî dide Yewnanistanê û dibêje NATO hilweşiyaye. Fransa ji bo ku li Ewropayê bibe pêşeng, hewl dide artêşa xwe ava bike.”

Mevlut Çavuşoglu diyar dike ku li hember gefên Yekîtiya Ewropayê, ew bi gelek welatên Ewropayê re gotûbêj kirine û ew welat mafdarbûna Tirkiyê qebûl dikin û got: “Yewnanistan dikare li cihên ku mafên wê hene bi dilê xwe bixebite. Peywendiya me pê re nîne. Lê li Deryaya Egeyê nikarin sînorên xwe bikin 12 mîl. Ev sedemeke şer e. Em rê nadin Yewnanistanê sînorê ava xwe ya bejahiyê ji 6 mîlan derxe 12 mîlan. Ez vê yekê bi awayekî eşkere dibêjim. Biryara parlementoya me ku ji mêj me daye, berdewam e. Ev sedema şer e.”

Çavuşoglu bal kişande ser gotûbêja Erdogan û Trump û got: “Birêz Serokomarê me, di gotûbêja ligel Trump de behsa hemû pêngavên me kir. Gotûbêja ligel Trump di keşeke erênî de bû. Ji bo çareserkirina kêşeyan gotûbêj hate kirin.”

 

Î.A

Fly Erbil Advertisment