Serbazê ku destdirêjî li keçeke Êlihî kiribû ji kar hat dûrxistin
Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ragihand; Çawîşê Pispor Musa Orhan ji Fermandariya Giştî ya Jandarmayê hatiye dûrxistin.

K24 – Navenda Nûçeyan
Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ragihand; Çawîşê Pispor Musa Orhan ji Fermandariya Giştî ya Jandarmayê hatiye dûrxistin.
Çawîşê Pispor Musa Orhan li bajarê Êlihê yê bakurê Kurdistanê destdirêjî li keçeke 18 salî ya bi navê Î.E kiribû û wê keçikê di 16ê Tîrmeha 2020an de hewla xwekuştinê dabû û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dabû.
Wezareta Navxwe ya Tirkiyê derbarê Musa Orhan de bi tawana "destdirêjiya cinsî" dest bi lêpirsînê kiribû.
Wezaretê bi daxuyaniyekê ragihand ku Musa Orhan ji karê xwe yê li Fermandariya Giştî ya Jandarmayê hatiye dûrxistin.
Î.A