Du zarokên winda yên Êzidî ligel şanda Kurdistanê ji Tirkiyê vegeriyan
Du zarokên Êzidî ku di dema tofana dagirkeriya DAIŞê de ji aliyê çekdarên wê rêxistinê ve hatibûn revandin, ligel şanda Herêma Kurdistanê vegeriyan.

K24- Hewlêr
Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand; du zarokên Êzidî ku di dema tofana dagirkeriya DAIŞê de ji aliyê çekdarên wê rêxistinê ve hatibûn revandin, ligel şanda Herêma Kurdistanê ji Tirkiyê hatine vegerandin.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin: “Piştî çendîn salên dûrketina ji malbat û merivên xwe, îro înê 4ê Îlona 2020an, du zarokên Êzidî ku xwişk û bira ne û DAIŞê ew revandibûn, ligel şanda yawerê Nêçîrvan Barzanî di serdana Enqereyê de, bo Herêma Kurdistanê hatin vegerandin û li Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê radestî malbata wan hatin kirin.”
Ofîsa Rizgarkirina Revandiyên Êzidî ya ser bi Ofîsa Nêçîrvan Barzanî, zêdetirî sê sal in li ser dosyeya van du zarokan dixebite û piştî hewldaneke mezin û bi alîkariya xêrxwazan û aliyên peywendîdar ên hikûmeta Tirkiyê, ew her du zarok hatin dîtin.
Serokatiya Herêma Kurdistanê û Ofîsa Nêçîrvan Barzanî spasiya hewl û xebatên hemû wan kesên ku di vê mijarê de alîkarî kirine, dike. Herwiha spasiya aliyên peywendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Tirkiyê dike, ku alîkariya bilezkirina karûbarên fermî kirine bi awayekî ku îro karîne vegerin Herêma Kurdistanê.


Î.A