Li Hewlêrê 120 perçe çekan hate desteserkirin
Asayişa Hewlêrê 120 perçe çekên curbecur û 5 k.g madeyên hişbir desteser kirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Asayişa Hewlêrê 120 perçe çekên curbecur û 5 k.g madeyên hişbir desteser kirin.
Rêvebiriya Nehîştina Madeyên Hişbir di daxuyaniyekê de belav kir, şeva bûrî di operasyonekê de karîn 2 tometbaran desteser bikin ku 5.5 k.g madeyên hişbir pê re bûn.
Diyar kir jî, karîn bi her du tometbaran re zêdetir ji 120 perçe çekên curbecur desteser bikin.
Amaje bi wê jî da, lêkolîn bi her du tometbaran re destpê kiriye.
Ev di demekê de ye, pêr jî Rêveberiya Giştî ya Asayişê, li Hewlêrê di malekê de 1500 demançeyên qaçax desteser kiribûn.
.jpg)
.jpg)
.jpg)
.jpg)
.jpg)
.jpg)
.jpg)
.jpg)
.jpg)
.jpg)