Yewnanistan: Danûstandinên me yên ligel Tirkiyê dest pê kir

Berdevkê Hikûmeta Yewnanistanê Stelyo Petsas ragihand ku di navbera Atîna û Enqerê de "danûstandinên siyasî car din dest pê kir".

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Hikûmeta Yewnanistanê Stelyo Petsas ragihand ku di navbera Atîna û Enqerê de "danûstandinên siyasî car din dest pê kir".

Stelyo Petsas diyar kir; piştî ku Tirkiyê keştiya lêgerînê ya Oruç Reîs ji herêmê vekişand, ji bo kêmkirina aloziya di navbera her du welatan de li rojhilatê Deryaya Spî, danûstandinên "rasterast" car din hatin destpêkirin.

Berdevkê Hikûmeta Yewnanistanê eşkere kir ku danûstandin di navbera nûnerên Serokwezîrê Yewnanistanê Kiryakos Mitsotakis û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan de pêk tên, lê belê Petsas navên nûneran neda.

Stelyo Petsas destnîşan kir; mimkun e ku hevdîtineke rasterast di navbera Mitsotakis û Erdogan de di lûtkeya serokên Yekîtiya Ewropayê rojên 24-25ê Îlonê de çêbibe.

Ji ber ku Tirkiye li rojhilatê Deryaya Spî li gaz û çavkaniyên sirûştî digere, Yewnanistan û Fransa û herwiha welatên Yekîtiya Ewropayê bertek nîşan didin.

Fransayê firoke û keştiyên xwe yên şer şandin herêmê û bi awayekî eşkere piştgiriya xwe bo Yewnanistanê nîşan da.

Keştiya lêgerîna gaz û çavkaniyên sirûştî Oruç Reîs roja yekşema borî, vegeriya Tirkiyê.

Krîza li rojhilatê Deryaya Spî, bi gefa sizadana li Tirkiyê, kete nav bernameya lûtkeya Yekîtiya Ewropayê ku dê di 24-25ê Îlonê de li Brukselê were lidarxistin.

Fly Erbil Advertisment