Xwarina cîgerê li cem Diyarbekiriyan xwedî cihekî teybet e
Cîger xwarina Diyarbekirê ya navdar e û yek ji sembolên çandî yên bajêr e.
Diyarbekir (K24) – Di dema Vîrusa Koronayê de yek ji qadên ku gelek zirar dît jî xwarinxane bûn ku li Diyarbekirê jî dûrmayîna ji xwarina navdar cigerê di dilê xelkê de bûbû hesret. Diyarbekirî dibêjin cigera Diyarbekirê hem li hundir hem li derve hember vîrusa koronayê ber xwe dide ku Hosteyê 35 salan ê cigerê Hosta Hesen dibêje ew hêdî hêdî di vegera rewşa berê de ne û eleqeya bo cigerê wek berê ye.
Hosta Hesen, aşpêjê cigerê ye. Wekî ku 35 sal in bi heman kelecanê kare xwe dike, dîsa amadekariya sorkirina bistikên cigerê dike. Xwarina navdar a Diyarbekirê ciger ku bûye yek ji sembolên çandî yên Diyarbekirê ku ji ber Vîrusa Koronayê ji xelkê Diyarbekir û gelek heskiriyên dûr mabû niha dîsa vegera Hosteyên bi ezmun ên wek Hosta Hesen dikeve ser derba xwe ya berê. Hosta Hesen dibêje cigera Diyarbekirê li hember Vîrusa Koronayê hem li hundir hem li derve ber xwe dide ber xwe dide ku di wê baweriyê de ye dê Cigera Diyarbekir bi ser bikeve.
Hostayê Cîgerê Hesen Tokay ji K24ê re got: "Vîrusa Koronayê dema dikeve laş de li cigera mirovan kom dibe û cigera mirovan tê dibe. Li derve jî dema nava civakê de belav dibe dibe sedem girtina xwaringehan. Ji ber vê yekê Cigera Diyarbekir hem li derve, hem li hundir hember Vîrusa Koronayê li ber xwe dide. Ez bawer im dê Cigera Diyarbekir û cigera Diyarbekiriyan vîrusa koronayê têk bibe."
Di çarçoveya bergiriyên pêşîlêgirtina belavbûna Vîrusa Koronayê de ji 21ê Adarê heta 1ê Hezîranê xwaringeh girtîbûn û piştî sistkirina bergiriyan ji ber metirsiya tûşbûnê jî demeke dirêj welatiyan bo xwaringehan eleqeyek baş nîşan nedan. Lê di demên dawîn de xwaringeh, bi teybetî jî deverên ku cigerê çêdikin hêdî hêdî vedigerin ser rewşa berê. Semîh Demîr jî ku xwe wek evîndarê Cigerê pênase dike dibêje cihê xwarina cigerê bo wî teybet e.
Welatî Semîh Demîr dibêje: "Dema ji ber koronayê di mal de dimam min herî gelek bêriya Cigera Diyarbekir kiribû. Ez bawer nakim ku ti der bikare wek Diyarbekirê cigerê xweş çêbike. Pênasekirina tama cigera Diyarbekirê ne pêkan e. Ew tiştek cuda ye. Tama ku ji cigerê distînim ji kebabê û xwarinên din nastînim."
Xwarina Cigerê ne tenê li Diyarbekirê di heman demê de li Ruhayê jî xwedî cihekî teybet e û heta ev yek di navbera herdu bajaran de bûye sedema hevrikiyê jî. Hosteyên Diyarbekir jî bang dikin ku bi çavdêriya pisporên xwarinê navbera herdu bajaran de pêşbaziyek were li dar xistin ku ev di heman demê de rojên zor û zehmet ên Vîrusa Koronayê jî bide ji bîrkirin.