'Li Tirkiyeyê 2 hezar komaleyên selefî xwe bi çek kirine!'

Piraniya wan li Êlih (Batman) û Semsûr (Adiyaman) in. Ev agahî nîşan didin ku bakurê Kurdistanê di nav xetereyeke mezin de ye.

K24 (Hewlêr) - Cûbbelî Ehmed Xoce dibêje, "Li Tirkiye, nêzî 2 hezar komaleyên selefî xwe bi çek û sîleh kirine. Piraniya wan li Êlih (Batman) û Semsûr (Adiyaman) in." Ev agahî nîşan didin ku bakurê Kurdistanê di nav xetereyeke mezin de ye.

Mamostayê dînî yê tirk Ahmet Mahmud Ûnlû bi nasnavê Cûbbelî Ehmed Xoce navdar e. Endamê Cemeeta Îsmaîl Axa ye. Ev cemeeta ji baskê Mewlana Xalidê Şehrezorî ye. Lêbelê wekî nîjadperestên tirk û li dijî mafê kurdan dixebitin. Ji ber ku di nav dewleta Tirkiye de, li cihên giring endamên wan hene, agahiyên berfireh dikevin destê wan.

Ehmed Xoceyî berî demekê gotibû, "Min aşkira kiribû ku nêzî 2 hezar komaleyên selefî xwe bi çek û sîleh kirine. Ez li ser vê gotina xwe me. Heger dozger (sewcî) min daxwaz bikin, ezê navê 150'an bêjim wan."

Nivîskarê Rojnameya Sozcû Saygi Ozturk hevdîtinek li gel Ehmed Xoce pêk anî.

Ozturk dibêje, "Wî îro dîsa li ser mijarê axivî û got, 'Min gotibû, nêzî 2 hezaran. Min yek bi yek navê wan komeleyan, bajar bi bajar nivîsiye. Heger dozger (sewcî) min daxwaz bikin ez ê kêmahî navê 150'an bidimê."

Ozturk dibêje, "Bi hizra min teqez divê agahî jê werin wergirtin."