Altaç: Tirkiye li Deryaya Naverast gavên şaş diavêje

Serokê Şaxa Diyarbekirê ya Partiya Pêşerojê Aydin Altaç ragihand ku bûyera li Deryaya Naverast ji bo Tirkiye û ji bo herêmê gelek giring e, lê hikûmeta Tirkiyê li ser vê mijarê gelek gavên xelet avêtin.

 

Hewlêr (K24) - Serokê Şaxa Diyarbekirê ya Partiya Pêşerojê Aydin Altaç ragihand ku bûyera li Deryaya Naverast ji bo Tirkiye û ji bo herêmê gelek giring e, lê hikûmeta Tirkiyê li ser vê mijarê gelek gavên xelet avêtin û ew gavên xelet berdewam dikin.

Aydin Altaç beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû û diyar kir ku "bûyera li Deryaya Naverast ji bo Tirkiye û ji bo herêmê gelek giring e, lê hikûmeta Tirkiyê li ser vê mijarê gelek gavên xelet avêtin û ew gavên xelet berdewam dikin. Ji ber ku têkiliyên dewletan li ser şexsan nameşe, di navbera dewletan de gavên stratejîk û dîplomatîk dimeşin. Tirkiyê li Deryaya Naverast di vê mijarê de gavên xelet avêtin".

Altaç eşkere kir: “Serokê Partiya me Ahmet Davutoglu di 4ê Îlonê de bi 16 xalan, fikr û peyamên xwe ji hikûmeta Tirkiyê re eşkere kirin, lê hikûmeta Tirkiyê hê jî bi gefan xeletiyên xwe berdewam dike.”

Herwiha Aydin Altaç destnîşan kir: “Tiştê ku divê em bikin çi ye? Mafê Tirkiyê li Deryaya Naverast heye, divê ev bi dîplomasî û siyasetê were fêmkirin. Li Deryaya Naverast pirsgirêka Tirkiye û Yewnanistanê heye, pirsgirêka Yekîtiya Ewropayê û dewletên din tine ye, lê belê xeletiya Tirkiyê ew e ku ev pirsgirêk weke ku di navbera Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê de, an jî di navbera dewletên Rojhilata Navîn de ye, hat fêmkirin. Ji ber ku hikûmeta Tirkiyê, polîtîkayeke birastî nemeşand.”

Li ser wê yekê ku welatên Yekîtiya Ewropayê ji ber siyaseta Tirkiyê ya li Deryaya Naverast hemû li dijî Tirkiyê bûne yek, Aydin Altaç diyar kir: “Eger Tirkiye di van çend rojan de gavên baş neavêje û siyaseta xwe xurt neke, tirsa me ew e ku di 24-25ê Îlonê de serokên welatên Ewropayê bicivin û li dijî Tirkiyê biryarên xirab derxin. Divê di van 3 rojan de hikûmeta Tirkiyê bi şev û roj bi her awayî siyaseta xwe û armanca Tirkiyê di Deryaya Naverast de çi ye, em ji bo çi dixebitin û daxwaza me çi ye, divê vê yekê bînin ziman, da ku pirsgirêk dernekevin pêşiya me. Eger Tirkiye bi şaşîtî, bi xeletî û bi gefan siyaseta xwe bimeşîne, hemû dewletên cîhanê dê li hember Tirkiyê bibin yek. Siyaseta cîhanê gefan qebûl nake.”

Bû çend meh, ji ber ku Tirkiye li rojhilatê Deryaya Naverast li gaz û çavkaniyên sirûştî digere, di navbera Yewnanistan û Tirkiyê de alozî derketine.

Krîza li rojhilatê Deryaya Naverast, bi gefa sizadana li Tirkiyê, kete nav bernameya lûtkeya Yekîtiya Ewropayê ku dê di 24-25ê Îlonê de li Brukselê were lidarxistin.

Fly Erbil Advertisment