Varank: Em ê bi projeyên nû Diyarbekirê pêş bixin!

Wezîrê Teknolojî û Pîşesaziyê yê Tirkiyeyê Mustafa Varank, di serdana xwe ya ji bo Diyarbekirê

Diyarbekir (K24) - Wezîrê Teknolojî û Pîşesaziyê yê Tirkiyeyê Mustafa Varank, serdana Diyarbekirê kir. Varankî got, "Em ê bi projeyên nû li Diyarbekirê pêş bixin."

Varank, ji bo vekirina hin kargehan û danîna ximê dibistana pîşesaziyê hat Diyarbekirê.

Varankî di axaftina xwe de got; "Bi projeya Bernameya Piştgirikirina Navendên Dilkêşiyê û Bernameya piştgirîkirina Pêşvebirina Civakî ew dê 7 projeyên ku buhayê wan 20 mîlyon lîre ye bidin destpêkirin."

Varankî ximê Dibistana Pîşesaziyê jî danî û got; "Bi vê dibistanê dê bajêr di mijara pîşesaziyê de jî pêş bikeve."

Wezîr Mustafa Varank, li navçeya Liceyê jî deriye kargeheke mermeri vekir û wiha axivî; "Dê ev kargeh sûdê bide aboriya navçe û herêmê."

Fly Erbil Advertisment