Behînameyek ji Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî sebaret bi wefata rêberê olî yê Êzidiyann Baba Şêx weşand.

Hewlêr (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî sebaret bi wefata rêberê olî yê Êzidiyan Baba Şêx weşand.
Peyama Nêçîrvan Barzanî wiha ye:
"Ji bo wexera xwedê jê razî Şêx Xirto Hecî Îsmaîl (Baba Şêxê Êzidiyan), behîdarî û sersaxî li malbat û kesûkarên wî û hemû xwişk û birayên Êzidî dikim. Em hêvparên xema wan in. Ji xwedayên mezin hêvîxwazin canê wî bi dilovaniya xwe şa bike û sebr û hedarê bide hemûyan.
Baba Şêx wek rêber û mezinê olî yê Êzidiyan, xwe ji bo xizmeta Êzidiyatiyê û salên dûr û dirêjên jiyê xwe di kar û barên olî û civakî yên Êzidiyan de derbas kirin. Rolê wî berçav bû ji bo pêkvejiyan û hevqebûlkirinê jî diyare û şûndestê kar û xizmetên wî, her dê bimînin.
Wexera wî ya xêrê be û canê wî şad be."
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
01.10.2020