Şerê Qerebaxê! "Tirkiye 10 hezar TL dide çekdarên Sûriyeyî"

Rojnameya The Gurardian dibêje, "Tirkiye çekdarên Sûriyeyî bi balafirên karko dibe Azerbaycanê. Peymanên 3-6 mehî çêdike û 10 hezar TL dide.

Hewlêr (K24) - Rojnameya The Gurardian dibêje, "Tirkiye çekdarên Sûriyeyî bi balafirên karko dibe Azerbaycanê. Peymanên 3-6 mehî çêdike û 10 hezar TL dide.

Rojnameya Brîtanî The Guardian li gel çekdarên li Idlîbê yên ser bi Tirkiye ve axaft. Ewçekdar dibêjin, "Em ji bo fermandar û şîrketên ewlehiyê yên Tirkiye dixebitin. Navbeynkar peymana 3-6 mehî û mehane 10 hezar TL'yan pêşkêşî me dikin. Dibêjin, 'Hûn ê li cihên çavderî û ji bo parastina navendên xaz û petrolê bixebitin.'"

Mistafa Xalid nasnavê kesekî ji Idlibê ye. 23 salî ye. Ji bo The Guardian dibêje, "Min navê xwe 18'yî Îlonê tomar kir. 23'yî îlonê em birin baregeheka leşkerî ya li Entabê. 24'î îlonê em bi balafireka kargoyê ji Stenbolê birin Azerbaycanê."

Her wiha Xalid dibêje, "Li Sûriye Hêzên ji aliyê Tirkiye ve tên parastin Sultan Mûrad, Sileyman Şah û Lîwaya Hemza hene. Em hezar kes yên ser bi van Hêzan ve bi dergehê sînorî yê Kilîsê re anîn Tirkiyeyê."

Guardian dibêje, agahiyên Xalid derheqê balafira ku lê siwar bûne de dane, li gel koordînatên ku malpera Flight Radar belavkirine digûncin; wek hev in.

Her wiha li gor zanyariyan çekdarên hatine şandin, cilên zêrvevaniya (mûhafizên sînor) Azerbaycanê yên şîn dikin ber xwe.

Xalid dibêje, "Destpêkê ji bo hatina vir (Azerbaycan) ez dudil bûm. Ji ber ku derheqê vî welatî de çi tiştî nizanim, zimanê wan nizanim. Min dizanî di navbera herdu welatan de şer heye. Lê min nedizanî min ji bo şerî tînin. Ya ji min ve karê min tenê pasatina cihên neft û xazê ye."

Şerê Azerbaycan û Ermenistanê li Qerebax a Çiyayî 27'î Îlonê roja Yekşemê destpêkir. Ji wê demê heya niha 30 jê sivîl (medenî) nêzî 200 kesan canê xwe ji dest daye.

Fly Erbil Advertisment