Serok Barzanî û Serokwezîrê Iraqê peywendiyeke telefonî encam dan

Serok Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî di peywendiyeke telefonî de rewşa Şingalê gotûbêj kirin.

Hewlêr (K24) – Serok Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî di peywendiyeke telefonî de rewşa Şingalê gotûbêj kirin û her du aliyan kêfxweşiya xwe li ser pêkanîna rêkeftinê nîşan dan.

Naveroka peywendiya telefonî ya Serok Barzanî û Serokwezîrê Iraqê wiha ye:

Êvara roja înê 9ê Cotmeha 2020an di peywendiyeke telefonî ya navbera Serok Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî de rêkeftina di navbera Hikûmeta Iraqa Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li ser asayîkirina rewşa Şingalê hate nirxandin.

Her di vê peywendiya telefoniyê de her du alî xweşhaliya xwe ji bo vê rêkeftina girîng derbirî û tekez jî li wê yekê kirin ku rêkeftin bi vî awayî balkişandineke li ser ji bo bihêzbûna baweriya di navbera Hikûmeta Federaliya Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye.