Keştiya Oruç Reis car din nakokî xiste navbera Tirkiye û Yewnanistanê

Keştiya lêgerînê ya bi navê Oruç Reis ji aliyê Tirkiyê ve car din bo rojhilatê Deryaya Spî hat şandin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Keştiya lêgerînê ya bi navê Oruç Reis ji aliyê Tirkiyê ve car din bo rojhilatê Deryaya Spî hat şandin.

Tirkiye keştiya Oruç Reis a ji bo lêgerîna gaza sirûştî û petrolê şande rojhilatê Deryaya Spî, ku berî niha ji ber xebatên lêgerîna çavkaniyên sirûştî li rojhilatê Deryaya Spî, nakokî ketibû navbera Tirkiye û Yewnanistanê.

Wezareta Derve ya Yewnanistanê îro duşemê 12ê Cotmeha 2020an, ev pêngava Tirkiyê şermezar kir.

Şandina keştiya lêgerîna çavkaniyên sirûştî ya bi navê Oruç Reis di demekê de ye ku Atîna û Enqere hewl didin ji bo gotûbêjên bidawîkirina nakokiyên navbera her du aliyan, rojek diyar bikin, ku her du welat jî endamên NATOyê ne.

Roja yekşemê, hêzên deryayî yên Tirkiyê bi peyamekê sîstema agahdarkirina deryayî ya NAVTEX ragihand.

Li hember wê, Wezareta Derve ya Yewnanistanê jî diyar dike ku ev pêngav "gefeke rasterast e li ser ewlehî û asayîşa herêmê". Herwiha destnîşan kir: “Tirkiye cihê baweriyê nîne.. li ser daxwaza gotûbêjan jî rast nabêje.”

Wezareta Derve ya Yewnanistanê di beşeke din a daxuyaniya xwe de dibêje: “Enqere li herêmê sedema herî mezin a necîgiriyê ye, ji Lîbyayê heta Deryaya Ege, Qibris, Sûriye, Iraq û niha jî Nagorno-Qerebaxê.”

Tirkiye û Yewnanistan li ser lêgerîna gaza sirûştî li rojhilatê Deryaya Spî di nakokiyeke kûr de ne, her du welatan jî li Deryaya Spî manoreyên esmanî û deryayî encam dan, ku ew herêm dikeve navbera Qibris û Girava Girît a Yewnanistanê.

Fly Erbil Advertisment